Sînorê Banê; Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

Hengaw; Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an
Kolberekî xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Behram (paşnavê wî nediyar e) li encama gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Bane bi giranî hate birîndarkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 29ê Tîrmeha 2025an, Behram (paşnavê wî nediyar e), 35 salî û bavê du zarokan û xelkê gundê "Mîk" ê ser bi bajarê Seqizê û rûniştiyê Tirxanavaya Bane, di encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî de li ser sînorê "Eşterava" yê ser bi navçeya Nenora Bane bi giranî hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî di halekê de ev kolberê Kurd dane ber gulleyan ku diçû bo kolberiyê û ti berek pê re nebûye.
Hêjayî gotinê ye ku, ev kolberê birîndar destpêkê ji bo dermankirinê bo nexweşxaneya Selahedînê Eyubî li Bane hatibû veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî bo nexweşxaneyeke Seqizê hatiye şandin.