Îlam; Elîxan Zemanî, welatiyê Kurd bi teqeya hêzên hikûmetê hate kuştin

Hengaw; Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an
Elîxan Zemanî, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê, bi gulleyên rasterast ên hêzên Kelanteriya 14an hate kuştin. Muhsên Zemanî, birayê wî jî, di halekê de ku bi gulleyên hêzên hikûmetê hatibû birîndarkirin mala xwe bi cih hêlaye û penah bo cihek nediyar biriye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an, Elîxan Zemanî yê 46 salî û xelkê “Heft Kanî” yê ser bi beşa navenda Îlamê, bi teqeya hêzên binkeya 14an li Îlamê hate kuştin. Navbirî xîzandar û bavê du zarokan bû.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên binkeya 14an li Îlamê ji bo binçavkirina Muhsên Zemanî bi çekan êrîşî ser mala wî ya malbatî kirine û navbirî piştî ku ji aliyê van hêzan ve hatiye birîndarkirin, ew der bi cih hêlaye, lê birayê wî yê bi navê Elîxan Zemanî bi teqeya rasterast ji aliyê zikê xwe ve hatiye kuştin.
Vê çavkaniyê li gorî gotina şahidhalan daye zanîn ku, ev kesê ku teqet li Elîxan Zemanî kiriye, Îbrahîm Baqirî berpirsê Kelanteriya 14 a Îlamê bûye.
Hinek piştî kuştina Elîxanî, xelkê gundê Heft Kaniyê bi hêzên hikûmetê re pevçûne. Van hêzan piştî teqekirin li xelkê gund, di dawiyê de cihê bûyerê bi cih hêlane.