Birêveçûna sizayê darvekirina pênc girtiyan li girtîgehên Îlam, Qum, Şîraz, Tewrêz û Sarî

31 July 2025 19:44

Hengaw; Pêncşemî 31ê Tîrmeha 2025an

Sizayê darvekirina pênc girtiyan ji wan sê girtiyên Kurd, Tirk û Belûç ên bi navên Mihemed Emînî, Ebdulzahir Feqîrdadî, Riza Salihî, Sadiq Elahwerdî û Mihemed Şebistan, ku berê bi tohmeta madên hişber û kuştina bi qest hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Îlam, Qum, Şîraz û Sarî hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Emînî yê xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn. Ev girtiyê Kurd du sal berê niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Hevdem di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Belûç ê bi navê Ebdulzahir Feqîrdadî "Dawûdî" yê 53 salî û xelkê gundê "Ladîz" ê ser bi bajarê Mîrcawe li Sîstan û Belûçistanê li girtîgeha navendî ya Qumê hate cîbicîkirin. Ev girtiyê han çar sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Navbirî di halekê de ku gelek nexweş bûye, roja Duşemî 28ê Tîrmehê ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Di heman rojê de, sizayê darvekirina Riza Salihî ku berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin, li girtîgeha navendî ya "Adilava" ya Şîrazê hate birêveçûn.

Herwiha di sibêdeha roja Sêşemî 29ê Tîrmehê de, sizayê darvekirina Mihemed Şabistan ê 43 salî û xelkê Sarî û bavê du zarokan, li girtîgeha navendî ya Sarî hate birêveçûn. Ev girtiyê han ji pênc sal berî niha ve bi tohmeta kuştina bi zanebûnê di pevçûneke eşîrî de hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Sibêdeha roja Duşemî 26ê Tîrmehê, sizayê darvekirina girtiyekî Tirk ê xelkê Tewrêzê yê bi navê Sadiq Elahwerdî yê 53 salî li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate cîbicîkirin. Navbirî çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin.

Nûçeya darvekirina van pênc girtiyan heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên ser bi hikûmetê bi taybetî li medyayên nêzîk Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin