Seqiz; Hîwa Emînî û Behmen Feyzî bi girtîgeh û dana pere hatine sizadan

31 July 2025 21:20

Hengaw; Pêncşemî 31ê Tîrmeha 2025an

Hîwa Emînî û Behmen Feyzî, du çalakvanên sivîl û jîngehparêz ên xelkê Seqizê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser hev bi deh meh girtîgeh û bîst milyon Tumen dana pere hatine sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Hîwa Emînî û Behmen Feyzî, du welatiyên xelkê bajarê Seqizê ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Mucteba Xefarî, her yek bi tohmeta “propagende li dijî hikûmetê” bi 5 meh girtîgeh, li ser hev 10 meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin. Ev sizaye bo heyama du salan hatiye ragirtin.

Herwisa ev du welatiyane her yek bi dana 10 milyon Tumen pere hatine sizadan.

Hîwa Emînî û Behmen Feyzî, roja Pêncşemî 27ê Şibata 2025an, piştî 31 rojan ragirtin li girtîgeha Îtlaata Spaha Pasdaran li Sine û girtîgeha navendî ya Seqizê, piştî danîna barimeta 100 milyon Tumenî heta dawî qonaxên dadgehê, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Seqizê hatine berdan.

Ev welatiyane di heyama binçavkirinê de ji mafên destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne bêparkirin.

Ew roja Çarşemî 29ê Çileya 2025an, li bajarê Seqizê hatibûne girtin û bo girtîgeha Îtlaata Spaha Pasdaran li Sinê naskirî bi Biryargeha "Şehramfer" hatibûne veguhastin û piştre bo girtîgeha navendî ya Sineyê hatibûne veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin