Sizayê nemirovane yê jêkirina tiliyên sê girtiyan li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin

01 August 2025 12:57

Hengaw; Înê 1ê Tebaxa 2025an

Sizayê nemirovane yê jêkirina çar tiliyên destê rastê yê sê girtiyên bi navên Hadî Rostemî, Mehdî Şerefiyan û Mehdî Şahîwend li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an, sizayê jêkirina çar tiliyên destê rastê yê Mehdî Şahîwend ê temen 29 salî, Hadî Rostemî yê temen 39 salî û xelkê Îlamê û Mehdî Şerefiyan ê temen salî û xelkê Xuremavayê, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev sizaye li ber çavên Peyman Xanzade, Berpirsê Girtîgeha Urmiyê, û Seîd Nûrî yê Cihgirê Dozgerî di odeya Birêvebirina Sizayan de, piştî lêdana derziya bêhîsiyê, hatiye cîbicîkirin.

Ev girtiyane di sala 2015an de li Urmiyê hatibûne girtin û di Cotmeha 2019an de ji aliyê Taya Tawanan a Taybet bi Zarok û Ciwanan ve bi tohmeta "dizî" û "birîna çar tiliyên destê rastê ji dawiyê ve, tenê tiliya mezin û navînê bimîne" û herwiha "vegerandina milkê dizî" hatin sizadan.

Ev biryare di dawiyê de li 10ê Gulana 2020an ji aliyê Taya 13 a Dîwana Bilind ve, bi serokatiya dadwer Elî Şûşterî hatibû piştrastkirin.

Berê jî Saziya Lêboherêna Navneteweyî cîbicîkirina sizayê van sê girtiyan wekî "bêrehmane û bi bêveger" bi nav kiribû û daxwaz ji civaka navneteweyî kiribû ku zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin da ku vê sizayê hovane hilweşînin.

Her di vê derbarê de, li 29ê Cotmeha 2024an, sizayê nemirovane yê jêkirina tiliyên du girtiyên dinê yên bi navên Mêhrdad Teymûrî yê 34 salî û Şehab Teymûrî yê 40 salî, du birayên Kurd ên xelkê Serpêla Zehawê, li Navenda Birêvebirina Sizayan li girtîgeha Urmiyê ji rêya “Giyutîn”ê (Guillotine) ve hate cîbicîkirin.

Ji aliyek dinê ve, du girtiyên din ên bi navên Kesra Keremî ya 41 salî û Murteza Îsmayîliyan yê 44 salî, li girtîgeha Urmiyê di bin metirsiya cidî ya jêkirina tiliyên destê wan ê rastê de ne  .

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin