Bokan; Girtina Zanko Mihemedî, girtiyê siyasî yê berê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

Hengaw; Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an
Zanko Mihemedî, girtiyê siyasî yê berê û xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundûtîjî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 2ê Tebaxa 2025an, Zanko Mihemedî, girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê “Alîkend” ê ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî tundûtîjî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî hewla binçavkirina vî welatiyê Kurd dane.
Hêjayî gotinê ye ku, Zanko (Seyîd Husên) Mihemedî li 13ê Tîrmeha 2018an hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Bokanê ve bi tohmeta "endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" 30 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê girtin û tohmetên ku dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.