Birêveçûna sizayê darvekirina şeş girtiyan li girtîgeha navendî ya Kerecê

Hengaw; Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an
Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Mihemed Gelûsî, Ferîborz Heqî û Elî Husênpûr û sê girtiyên din ên bi navên Riza Bextawer, Mêysem Cudekî û Secad Pûrdaniş li girtîeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn. Ev girtiyane berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Mihemed Gelûsî yê xelkê Kirmaşanê, Ferîborz Heqî yê xelkê Nûrava û Elî Husênpûr ê xelkê Kuyeştê, Riza Bextawer û Mêysam Cudekî, herdu xelkê bajarê Kerecê û Secad Pûrdaniş ê xelkê Tehranê li girtîgeha navendî ya Kerecê hate cîbicîkirin.
Ev şeş girtiyên han berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hengewê hefteya borî, bi weşandina raporekê di vê derbarê de huşdarî dabû ku ev girtiyane di bin metirsiyeke micid a darvekirinê de ne.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van şeş girtiyan di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.