Merîwan; Mihemed Perwaze ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

24 July 2025 12:42

Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an

Mihemed Perwaze, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî bi awayekî tundûtîjî û bi lêdan û kutanê hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an, Mihemed Perwaze yê temen 29 salî û xelkê gundê "Nê" yê ser bi bajarê Merîwanê û bavê sê zarokan, ji aliyê hêzên cilşexsî yên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî bi awayekî tundûtîjî û bi lêdan û kutanê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mihemed Perwaze ji aliyê hêzên cilşexsî yên îdareya Îtilaatê ve, bi bê nîşandana her cure belgeyeke dadwerî û bi lêdan û kutanê li ser rêya gundê Nê hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd ku xwedan pêdviyên taybet e, berê jî pêşîneya girtin û sizadanê hebûye.

Heta niha ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin