Birêveçûna sizayê darvekirina Ferîbûrz Heqî, Muslim Celalî û Heyder Mihemedî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

04 August 2025 10:18

Hengaw; Duşemî 4ê Tebaxa 2025an

Sizayê darvekirina sê girtiyên Kurd ên bi navên Ferîbûrz Heqî, Muslim Celalî û Heyder Mihemedî, ku berê bi tohmeta “miharibe”, madên hişber û kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafên Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Muslim Celalî yê temen 34 salî, Heyder Mihemedî yê 28 salî û Ferîbûrz Heqî û hersê xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehder, Muslim Celalî sê sal berî niha bi tohmeta "miharibe" bi rêya dizîkirina çekdarî ve hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan. Heyder Muhemedi jî du sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û Ferîbûrz Heqî jî, berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyên Kurd, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin