Birêveçûna sizayê darvekirina Sabir Ezîzpûr li girtîgeha navendî ya Xuremavayê

05 August 2025 10:45
Hengaw; Sêşemî 5ê Tebaxa 2025an
Sizayê darvekirina Sabir Ezîzpûr, girtiyê Kurd ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremava hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Sabir Ezîzpûr ê temen 25 salî û xelkê Hersînê yê ser bi Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate cîbicîkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Sabir Ezîzpûr çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û di dawiyê de bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.
Source: Hengawê Kurdî