Birêveçûna sizayê darvekirina Îqbal Ebdalî li girtîgeha navendî ya Îlamê

05 August 2025 19:50

Hengaw; Sêşemî 5ê Tebaxa 2025an

Sizayê darvekirina Îqbal Ebdalî, girtiyê Kurd û xelkê bajarê Îlamê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn. Navbirî berê bi tohmeta "kuştina bi qest" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Îqbal Ebdalî li girtîgeha navendî ya Îlamê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin