Raporek li ser birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan li girtîgeha navendî ya Xuremavayê

Hengaw; Sêşemî 5ê Tebaxa 2025an
Birêveçûna sizayê darverkirina sê girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û girtiyekî Lor ên bi navên Mehdî Cuziyan Gawbaze, Sabîr Ezîzpûr û Hesen Remezanî, ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" di dosyeyên cuda de bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 3ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Cuziyan Gawbaze yê temen 29 salî û xelkê Nûrabad ê ser bi parêzgeha Lorsiatnê û Sabîr Ezîzpûr ê temen 25 salî û xelkê Hersîn ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê û girtiyekî Lor ê bi navê Hesen Remezanî yê temen 28 salî û xelkê Xuremavayê, li girtîgeha navendî ya Xuremavayê hate birêveçûn.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hesen Remezanî çar sal berî niha û Sabîr Ezîzpûr sê sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn"ê hatibûne girtin û Mehdî Cuziyan Gawbaze jî sê sal berî niha bi heman tohmetê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van sê girtiyan, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.