Nexede; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Metîn Uslûb

Hengaw; Pêncşemî 7ê Tebaxa 2025an
Metîn Uslûb, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexedê, meha borî ji aliyê hêzên Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û herwisa çarenivîsa wî nexuya ye.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Metîn Uslûb ê temen 25 salî û xelkê Nexedê, 25 roj berî niha hatiye girtin û herwisa çarenivîsa wî nediyar e.
Metîn Uslûb, ku mijûlê karê mekanîkiya otomobîlan bû, piştî vekolînkirina mala wî ya malbatî û bi bê nîşandana her cure belgeyeke dadwerî hatiye binçavkirin.
Metîn Uslûb roja Yekşemî 13ê Tîrmeha 2025an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, heta vê demê ji hûrgiliyên sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.