Îlam: Arman Bîglerî û Pêjman Bedrî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin

24 July 2025 13:10

Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an

Arman Bîglerî û Pêjman Bedrî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Huleylan ê girêgayî parêzgeha Îlamê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin. Bi vê haletê hejmara welatiyên ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatinî kuştin piştî şer digel Îsraîlê giha bi 18 kesan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an, Arman Bîglerî û Pêjman Bedrî, du welatiyên xelkê bajarê Huleylanê bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li nêzî bajarokê Tewhîd ê ser bi vî bajarî hatine kuştin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, ev du ciwanên Kurd dema ku bi motorsîklêta xwe derbas dibûn, kevtine ber teqeya rasterast a hêzên Întizamî.

Hêjayî gotinê ye ku, mamê Arman Bîglerî yek ji wan girtiyên siyasî bû ku di komkujiyên sala 1988an de li girtîgehê hatibû darvekirin.

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm 18 hevwelatî ji wan 5 jin û zarokek, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin