Bane; Rewşa xirab a Xalid Ehmediyan, kolberê xelkê Bene li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî

Hengaw; Yekşemî 10ê Tebaxa 2025an
Kolberekî Kurd ê bi navê Xalid Ehmediyan ê xelkê Bane, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê vî bajarî hate birîndarkirin û ji ber rewşa xirab a tendirustiya navbirî bo nexweşxaneyê hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 6ê Tebaxa 2025an, Xalid Ehmediyan ê temen 45 salî û xelkê gundê “Sêwiç” ê girêdayî bajarê Bane bi teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyên agahdar, Xalid Ehmediyan piştî ku li bilindahiyên sînorê "Hengejal" ê ser bi bajarê Bane ji aliyê lingê xwe ve bi awayekî tund hate birîndarkirin, bo nexweşxaneyekê li bajarê Tewrêzê hate veguhastin.
Rewşa tenduristî ya vî kolberî nebaş hatiye ragihandin û ji bo navbirî neştergerî hatiye kirin.