Hejmara girtiyên hatinî darvekirin li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê giha bi sê kesan

Hengaw; Duşemî 11ê Tebaxa 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Secad Hebîbî yê xelkê Îlamê ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvikirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate birêveçûn. Hengawê berê nûçeya darvekirina du girtiyên din li vê grtîgehê belav kiribû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemê 9ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Secad Hebîbî yê 38 salî û xelkê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate birêveçûn.
Ev girtiyê Kurd 6 sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvikirinê hatibû sizadan.
Hengawê berê nûçeya darvekirina girtiyekî Lor ê bi navê Behador Eliyasî yê temen 31 salî û xelkê Xuremavayê, û girtiyekî Kurd ê bi navê Silêman Nasirîxîz yê xelkê Kirmaşanê li vî girtîgehê belav kiribû. Behador Eliyasî ji sê sal berî niha û Silêman Nasirî nêzî pênc sal berî niha bi tohmetên peywendîdar bi madên hişber hati bûne û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyane, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.