Kamêran; Girtina dubare ya Ramîn Gurganî ji aliyê îdareya Îtilaatê ve

Hengaw; Duşemî 11ê Tebaxa 2025an
Ramîn Gurganî, welatiyê Kurd ê xelkê Kamêranê, careke din ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin. Navbirî berê jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 10ê Tebaxa 2024an, Ramîn Gurganî yê xelkê Kamêranê li yek ji şeqamên vî bajarî hate girtin û piştre bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li bajarê Sine hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê piştî girtina Ramîn Gurganî, êrîşî ser mala wî ya malbata kirine û tevî lêgerîneke berfireh, dest danîne ser hin kelûpelên wî yên takekesî.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî Ramîn Gurganî hatinî sepandin, ti zanyariyek ber dest nîne.
Ramîn Gurganî roja Sêşemî 5ê Adara 2024an, li Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û piştî midehekê bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Navbirî piştre ji aliyê Dadgeha Şoreş a Kamêranê ve bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Ev sizaye di dawiyê de bi dana sizayê nexdî hate guherîn.