Mehabad; Emîr Seyîdî careke din ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hate girtin

13 August 2025 19:43

Hengaw; Çarşemî 13ê Tebaxa 2025an

Emîr Seyîdî, çalakvanê Kurd ê xelkê bajarê Mahabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 12ê Tebaxa 2025an, Emîr Seydî yê temen 28 salî û xelkê Mahabadê, di meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de bo ser cihê karê wî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî, êrîş kirine ser cihê karê wî û tevî binçavkirina navbirî, hewla vekolînkirina cihê karê vî welatiyê Kurd jî dane.

Hêjayî gotinê ye ku, Emîr Seyîdî berê di 21ê Tebaxa 2023an de, bi êrîşa hêzên ewlehî bo ser cihê kafeya wî li Bax Mikayîlê, bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û bo girtîgeha Îtilaatê li Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî şeş mehan ji binçavkirin û lêpirsînê, bi danîna barimteya 4 milyard Tumenî û heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 3 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin