Urmiye; Neh welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarîkirin digel Îsraîlê bi awayekî tundûtîjî hatine girtin

Hengaw; Pêncşemî 14ê Tebaxa 2025
Neh welatiyên Kurd ên xelkê Urmiyê yên bi navên Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Bêhzad Gulistanî, Muhsên Gulistanî, Îhsan Gulistanî, Mêhran Gulistanî, Ferzad Mistefazade, Hemîd Mistefazade û Şoreş Mistefazade, ku endamên du malbatan in, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve bi awayekî hovane hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 9ê Tebaxa 2025an, Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Bêhzad Gulistanî, Muhsên Gulistanî, Îhsan Gulistanî, Mêhran Gulistanî, Ferzad Mistefazade, Hemîd Mistefazade û Şoreş Mistefazade, xelkê gundê "Nocewan" ê ser bi navçeya Soma û Biradosta Urmiyê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran piştî ku ev welatiyên Kurd bi lêdan û kutanê binçav kirine, piştre bo girtîgeheke vê saziya ewlehî li Tehranê veguhastine.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Bêhzad Gulistanî, Muhsên Gulistanî, Îhsan Gulistanî, Mêhran Gulistanî, Ferzad Mistefazade, Hemîd Mistefazade û Şoreş Mistefazade, bi "hevkarîkirin digel Îsraîlê" hatine tohmetbarkirin.
Bi derbasbûna çar roj ji binçavkirina van neh welatiyên Kurd, heta niha ji rewş û cihê ragirtina wan ti zanyariyeke seraset ber dest nîne û hewlên malbatên wan ji bo agehdarbûn ji rewşa wan bê encam maye.