Bane; Rehman Resûlzade, kolberê xelkê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

17 August 2025 13:13
Hengaw; Yekşemî 17ê Tebaxa 2025an
Rehman Resûlzade, kolberê xelkê bajarê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi çeka nîvegiran li ser sînorê “Hengejale” yê girêdayî Bane hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 17ê Tebaxa 2025an, Rehman Resûlzade, kolberê xelkê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin
Pêka zanyariyan, Rehman Resûlzade bi awayekî rasterast bi çeka nîvegiran a “Doşka”yê hatiye armanckirin.
Termê Rehman Resûlzade bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî li bajarê Bane hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî