Tehran; Kuştina Îbrahîm Îbrahîmnesb, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî

18 August 2025 09:56

Hengaw; Duşemî 18ê Tebaxa 2025an

Îbrahîm Îbrahîmnesb, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li Baqirava ya ser bi bajarokê Qirçek ê girêdayî Parêzgeha Tehranê hate kuştin. Van hêzan Îbrahîm Îbrahîmnesb li cihê tohmetbarek dinê bi şaşî dane ber gulleyan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 15ê Tebaxa 2025an, Îbrahîm Îbrahîmnesb ê temen 42 salî, karkerê avahîsazî yê xelkê bajarê Îlamê, li Baqiravaya Qirçekê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Îbrahîmnesb, hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê, di halakê de ku hewla binçavkirina tohmetbatrekî dabûn, herwisa ev welatiyê Kurd kiribûne armanca gulleyan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nasnameya kesê tohmetbar û tohmetên wî û hûrgiliyên din ên di derbarê kuştina hikûmetî ya Îbrahîm Îbrahîmnesb de, ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin