Îlam; Kiyanûş Çiraxî, girtiyê siyasî yê berê bi 13 meh girtîgeh û 40 derbên qamçiyan hate sizadan

Hengaw; Sêşemî 19ê Tebaxa 2025an
Kiyanûş Çiraxî, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê Dêwulanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 13 meh sizayê girtîgehê û 40 derbên qamçiyan bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de, Kiyanûş Çiraxî, welatiyê temen 45 salî û xelkê Dêwulanê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Sizayan a Duya bajarê Dêwulanê ve bi tohmeta "belavkirina mijarên nerast li nav torên civakî" bi 13 meh û 16 rojan girtîgehê û bi tohmeta "bêrêzîkirin bi hêzên hikûmetî li dema encamdana ergên xwe" bi 40 derbên qamçiyan hate sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî berê jî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta "kiryarên dijî ewlehiya welat" du sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin, piştî derbaskirina 14 meh ji sizayê bi ser de hatî sepandin, roja Sêşemî 13ê Gulana 2025an bi ragirtina sizayê wî, ji girtîgeha Dereşara parêzgeha Îlamê hatibû berdan.
Kiyanûş Çiraxî, berê jî çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin. Bo cara yekem roja Çarşemî 27ê Îlona 2023an, li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala wî li pêwendî digel belavkirina peyameke vîdyoyî di nav tora civakî ya Instagramê de li nêzî yekemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, bi awayekî hovane hatibû binçavkirin.
Ev girtiyê siyasî yê Kurd herwiha roja Sêşemî 24ê Gulana 2025an, digel hevjîna xwe ya bi navê Ekrem Sebzî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatibû girtin.