Çar welatiyên Kurd li Seqizê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatine girtin

20 August 2025 09:22

Hengaw; Çarşemî 20ê Tebaxa 2025an

Zekeriya Muradî, Umîd Rehîmzade, Mehdî Kemalî û Mihemed Emînpûr, welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 18ê Tebaxa 2025an, Zekeriya Muradî, Umîd Rehîmzade û Mehdî Kemalî di malên xwe de li bajarê Seqizê hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, demek kurt piştî binçavkirina van hersê welatiyan, Mihemed Emînpûr bi şêweyekî xapaninê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve bo hevdîtineke karî tê vexwendin û piştre ev hêzane bi awayekî bi kom navbirî binçav dikin.

Heta dema belavbûna vê raporê, derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van çar welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin