Çaypare; Girtin û gerandina pênc welatiyên Kurd di nav bajar de

Hengaw; Çarşemî 20ê Tebaxa 2025an
Pênc welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Çaypare yê ser bi parêzgeha Urmiyê ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bi mebesta sivikatîpêkirinê di nav bajar de hatine gerandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya Duşemî 18ê Tebaxa 2025an, pênc ciwanên Kurd û xelkê Çaypare ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û roja dinê di asta bajar de hatine gerandin û piştre bo dadgehê veguhastin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev ciwanane ku nasnameya wan bo Hengawê hatiye piştrastkirin, di dema binçavkirinê de heta roja dinê di girtîgehê de li bin lêdan û îşkenceyê bûne û piştre di asta bajar de gerandine.
Vê çavkaniyê zêde kiriye ku, du kes ji wan tenê ji ber pevçûneke devkî bi hêzên ewlehî re hatine girtin û sê kesên dinê jî bi sedema şopandina rewşa hevalên xwe ji aliyê Yekeya Polîs ve hatine girtin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev pênc ciwanên binçavkirî ti dosye û derbasbûyek dadwerî tinebûne û bi bê nîşandana ti cure belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin û piştre di şeqamên bajar de hatine gerandin û sivikayetî bi wan re hatiye kirin.