Birêveçûna sizayê darvekirina Mêhdî Heyderî, girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya Hemedanê

24 July 2025 22:56

Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mêhdî Heyderî ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Mêhdî Heyderî Turkaşwend ê temen 35 salî û xelkê bajarê Kengever ê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate birêveçûn.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Mêhdî Heyderî Turkaşwend berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin