Birêveçûna sizayê darvekirina Emîrmihemed Faroqî yê xelkê Qurwe li girtîgeha navendî ya Qurwe

22 August 2025 10:05

Hengaw; Înê 22ê Tebaxa 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Emîrmihemed Faroqî ku berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Qurwê yê ser bi parêzgeha Sine hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 20ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Emîrmihemed Faroqî yê 26 salî û xelkê bajarê Qurwê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd şeş sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê raporê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin