Merîwan; Birîndarbûna Daniyal Salihî, kolberê ciwan bi teqeya hêzên leşkerî

24 July 2025 23:09
Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an
Kolberekî ciwan ê xelkê Merîwanê yê bi navê Daniyal Salihî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi giranî hate birîndarkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, Daniyal Salihî yê 24 salî û xelkê gundê "Duplure" yê ser bi bajarê Merîwanê bi teqeya hêzên leşkerî yên Îranê hate birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyên Hengawê, Daniyal Salihî bi bê agehdarkirina berê li bilindahiyên sînorê Merîwanê bûye armanca teqeya rasterast a van hêzan.
Ev kolberê Kurd ji ber kûrahiya birînên xwe, bo çareseriya dermanî bo nexweşxaneyekê li Merîwanê hatiye veguhastin.
Source: Hengawê Kurdî