Sê Kolberên Kurd bi teqeya hêzên sînorî li Merîwan û Sewlavayê hatin Kuştin û birîndarkirin

25 July 2025 12:54

Hengaw; Înê 25ê Tîrmeha 2025an

Bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê kolberekî Kurd ê bi navê Emîn Gerdî hate kuştin û du kolberên din ên bi navên Resûl Fethî û Daniyal Salihî jî hatine birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, Daniyal Salihî yê 24 salî, xelkê gundê "Duplure" yê ser bi bajarê Merîwanê bi gulleyên hêzên leşkerî hate birîndarkirin.

Roja Çarşemî 23ê Tîrmehê jî, Emîn Gerdî yê temen 40 salî, bavê zarokekî û xelkê gundê "Kanî Temerxan" ê ser bi bajarê Merîwanê, bi teqeya hêzên leşkerî li bilindahiyên çiyayê "Tete" ê girêdayî Sewlavayê hate kuştin. Di heman rojê de, Resûl Fethî, kolberekî din ê xelkê Merîwanê jî bi gulleyên rasterast ên van hêzan hate birîndarkirin.

Daniyal Salihî û Resûl Fethî bi bê agehdarkirina berê li bilindahiyên sînorê Merîwanê bûne armanca gulleyên van hêzan. Resûl Fethî ji aliyê navtenga xwe ve hatiye birîndarkirin.

Daniyal Salihî ji aliyê ling û ranê xwe ve bûye armanca  du gulleyên şer û ji ber kûrahiya birînên xwe bo navendên dermanî li Tehranê hatiye veguhastin û Resûl Fethî jî li Merîwanê tê dermankirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin