Mihemed Yûnisî, peresdarê xelkê Dêloranê bi tohmeta piropagendekirin bo Îsraîlê sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

Hengaw; Duşemî 1ê Îlona 2025an
Mihemed Yûnisî, peresdarê Kurd ê rûniştiyê bajarê Dêloran ê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta çalakiyên propagendayî ji bo Îsraîlê çar sal û sê meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mihemed Yûnisî di vê dawiyê de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" heft meh sizayê girtîgehê û bi tohmeta "çalakiyên propagendeyî ji bo bihêzkirin, pejirandin an jî qahîmkirina berjewendiyên Îsraîlê" sê sal û heşt meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Hêjayî gotinê ye ku, belavkirina mijarekê li ser rûpela Instagrama vî welatiyê Kurd mînakên van tohmetan in ku li dijî wî hatinî sepandin. Mihemed Yûnisî berê jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ev welatiyê Kurd di meha Tîrmeha îsal de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û piştî danîna barimteyê di 11ê Tîrmehê de ji girtîgeha Îlamê hatibû berdan.