Birêveçûna sizayê darvekirina Hûmen Gerawend li girtîgeha Qizilhesara Kerecê

03 September 2025 13:04

Hengaw; Çarşemî 3ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hûmen Gerawend ê xelkê Kuyeştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, ku berê bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate cîbicîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdha roja Sêşemî 2ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina Hûmen Gerawand, welatiyê temen 46 salî yê xelkê Kuyeştê, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate birêveçûn.

Ev girtiyê Kurd 9 sal berê bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin