Birêveçûna sizayê darvekirina Mihemed Babayî li girtîgeha navendî ya Sine

Hengaw; Çarşemî 3ê Îlona 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Babayî yê xelkê bajarê Sewlavayê, ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 2ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina Mihemed Babayî, welatiyê temen 44 salî yê xelkê gundê "Dizlî" yê ser bi bajarê Sewlavayê, li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn.
Pêka çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.