Pîranşar; 58 welatiyên Kurd ji ber lixwekirina cilên Kurdî bi girtîgehê hatine sizadan

03 September 2025 15:22

Hengaw; Çarşemî 3ê Îlona 2025an

58 welatiyên Kurd li bajarên Mehabad, Bokan û Pîranşarê û bi taybetî beşek ji endamê malbatên cangoriyên tevgera, Jin, Jiyan, Azadî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta lixwekirina cilûbergên Kurd, her yek sizayê 3 meh girtêgeh bi ser wan de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de 58 welatiyên Kurd ji aliyê Taya Dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşarê ve, bi 3 meh giretîgeh û dana 24 milyon Tumen perê nexdî hatin sizadan.

Belavbûna wêneya van welatiyane bi cilên Kurdî û “cemedanî” ve di dawetekê de wek belgeyek bo tohmetbarkirina wan hatiye bikaranîn.

Spaha Padaran di Şibata 2022an de, "cemedanî" wekî sembola partiyên Kurdî yên opozîsiyona hikûmetê daye nasandin û bikaranîna wê di rêûresmên Newrozê de qedexe kiriye.

Hevdem digel van kesane, navên Hesen Ferasetî Şad, Mihemed Deroftade û Hesen Deroftade, endamên malbatên Emîr Ferasetî Şad û Komar Deroftade, ji cangoriyên tevgera Jin, Jiyan, Azadî, di vê lîsteyê de hene.

Navê wan kesên ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine sizadan wiha ne:

Îbrahîm Îsmayîlî, Zanyar Xizrî, Ezîz Xizrî, Bedî`i Ehmedzade, Mihemed Şerîf Emînî Kanî Seyran, Mihemed Deroftade, Hesen Deroftade, Ebdulah Şarban, Enwer Tare, Çiya Qasimî, Îsmayîl Mihemedî Erşed, Diyar Mehmûdî, Cemal Mehmûdî, Şêx Mihemed Mamilê, Bedhmen Çeşte, Elî Danişî, Ebdulrehman Siware, Mihemed Dawerî, Ehmed Ebdulahzade, Hemze Zîbakelam, Şerîf Yûsifî, Umîd Çawbazim, Mêhran Kerîmî, Rehîm Ezîzî Xelxane, Ebûbekir Îrandost, Mihemed Restigar, Seyîd Umîd Qureyşî, Emîr Resûliyanpûr Deşems, Ceifer Ezîzî, Ebdulselam Emînî, Rehîm Zehra, Îbreahîm Merdanî, Umer Yûsifî, Seyîd Mihemed Salihî, Murad Resûl Seyîd Resûlî, Hesen Ferasetî Şad, Tebîb Muderisî, Adil Danişî, Bayezîd Xizrî, Hesen Resûlzade, Kemal Kakareş, Xalid Ehmedzade, Kamiyar Xizrî, Arman Rehmanîpûr, Hesen Çemenî, Mihemed Resûlpûr, Sidîq Kerîmî, Îliyas Mihemedî, Mikayîl Ehmedzade, Ebûbekir Hesenî Nijad, Umîd Mihemedî, Huseyn Xedîrpûr, Resûl Pîrûtî, Mensûr Qadirzade, Yûsif Mihemed Emînî Kanî Seyran, Hesen Îsmayîlî û Mubîn Pas.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin