Nexede; Ferhad Kerîmî şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

Hengaw; Pêncşemî 4ê Îlona 2025an
Ferhad Kerîmî (Kanada), welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Nexede, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ferhad Kerîmî, welatiyê xelkê bajarê Nexede, di vê dawiyê de ji aliyê Taya 103 a Dadgeha Sizayan a vî bajarî ve, bi serokatiya dadwer Hecazî, bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" şeş meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Ferhad Kerîmî roja Sêşemî 24ê Hezîrana 2025an, li bajarê Nexedê digel çend welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.
Ev welatiyê Kurd piştî girtinê bo girtîeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hatibû veguhastin û piştî lêpirsînkirinê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin. Di vê dawiyê de, navbirî piştî 49 roj ji binçavkirinê, li 12ê Tebaxê bi danîna barimteyê û hate dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.