Raporek li ser darvekirina deh girtiyan li girtîgehên Qizilhesar, Qum, Yezd, Elîguderz, Kirmaşan û Burazcanê

Hengaw; Înê 5ê Îlona 2025an
Sizayê darvekirina deh girtiyan bi navên Riza Aqacanî, Mêhrdad Îrwanî, Ruhulah Hakimî, Nîzam Hakimî, Elahbexş Mîrcehanî, Îbrahîm Seferzayî, Yeiqûb Derîkwend, Celal Muradî, Îmad Qaidî û herwisa sê hevwelatiyên Efxanî (ku nasnameya wan di bin lêkolînê de ye) hatiye birêveçûn. Ev kesanane ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgehên Qizilhesara Kerec, Qum, Yezd, Elîguderz, Kirmaşan û Burazcanê hatiye birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 4ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina du girtiyan bi navên Riza Aqacanî yê 39 salî û hevwelatiyekî Efxanî ku nasnameya wî di bin lêkolînê de ye, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatiye birêveçûn.
Riza Aqacanî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan û şeva dinê bi mebesta cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatbû veguhastin. Girtiyê dinê jî, bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û bi sizayê darvekirinê hatibû sizadan.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Belûç ê bi navê Îbrahîm Seferzayî yê 22 salî û xelkê Zahidanê û rûniştiyê Yezdê, li girtîgeha navendî ya Yezdê hate birêveçûn.
Ev girtî nêzî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirin hatibû sizadan. Roja berê hevdîtina xwe ya dawî bi malbata xwe re kiribû. Hêjayî gotinê ye ku, bavê Îbrahîm Seferzayî jî nêzîkî çar sal berê niha li heman girtîgeha Yezdê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû darvekirin.
Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Çarşemî 3ê Îlonê, sizayê darvekirina çar girtiyan bi navê Mêhrdad Îrwanî û sê welatiyên Efxanî yên bi navê Ruhulah Hakimî yê 54 salî, Nizam Hakimî yê 23 salî, û Elahbexş Mîrcehanî yê 44 salî, ku her sê jî rûniştiyê bajarê Kerecê bûn, li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn.
Mêhrdad Îrwanî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û sê girtiyên Efxanî jî, ku xizmatiya bav, kur û xal bi hev re hebûne, du sal berî niha bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Herwiha sibêdeha Sêşemî 2ê Îlona 2015an, sizayê darvekirina girtiyekî Lor bi navê Yeiqûb Derîkwend ê xelkê Xuremavayê li girtîgeha Elîguderz li parêzgeha Loristanê hate cîbicîkirin. Ev girtî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Celal Muradî yê xelkê Kirmaşanê, ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya vî bajarî hate birêveçûn.
Di berdewamiya van darvekirinan de, roja Yekşemî 31ê Tebaxa 2015an, sizayê darvekirina Emad Qaidî yê xelkê Burazcanê, ku berê bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin, li girtîgeha Burazcanê hate birêveçûn.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî denehatine belavkirin.