Bane; Berdewamiya girtin û nexûyabûna çarenivîsa Huşiyar Şeibanî û Umîd Ehmedpûr

05 September 2025 21:14

Hengaw; Înê 5ê Îlona 2025an

Huşiyar Şeibanî, girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê sivîl ê Kurd û xelkê Bane, du hefte beriya niha digel Umîd Ehmedpûr ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna 16 rojan ji binçavkirina Huşiyar Şeibanî û Umîd Ehmedpûr, welatiyên xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve, ti zanyariyek li ser çarenivîs û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.

Ew du welatiyên Kurd ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafên xwe yên sereke yên wekî mafê pêwendîgirtin bi malbatên xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatine bêparkirin û lipeyketinên berdewam ên malbat û xizmên wan ji bo agehdarbûn ji rewşa tenduristiya wan bê encam maye.

Eva di halekê de ye ku hêzên Îtilaatê piştî ku sê gulle li lingên Huşiyar Şeibanî dabûn, navbirî binçav kiribûn ku ev yeka dilgiraniya li ser rewşa tendirustiya wî zêde dike.

Huşiyar Şeibanî û Umîd Ehmedpûr roja Çarşemî 20ê Tebaxa 2025an, li navçeya "Kanî Sor" a Banê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibûne girtin.

Huşiyar Şeibanî di halekê de ku tirombêla Umîd pê re bûye, bûye armanca gulleyên rasterast ên hêzên Îtilaatê û piştî birîndarbûnê hatiye girtin û Umîd Ehmedpûr jî piştî Huşiyar Şeibanî hatiye girtin.

Ev yeka di halekê de ye ku, hêzên ewlehî beriya vê girtina dawî, aliyê kêm du caran di heyama mehekê de hewla binçavkirina Huşiyar Şeibanî dabûn.

Huşiyar Şeibanî di salên 2017, 2018, 2019 û 2022an de, ji ber çalakiyên xwe yên medenî ji wan kampeyna piştevanîkirin ji kolberan û girevgirtinê, hatibû girtin û dadgehîkirin û di her du caran de sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin