Sine; Çiya Rizayî, rahêner û qehremanê berê yê Mûy Tayê hate girtin

07 September 2025 09:49

Hengaw; Yekşemî 7ê Îlona 2025an

Çiya Rizayî, welatiyê Kurd û rahênerê Mûy Tay (Muay Thai) û yek ji qehremanê berê yê vê werzîşê li ser asta Asiyayê, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li Sine hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 5ê Îlona 2025an, Çiya Rizayî, werzîşvanê xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Çiya Rizayî piştî ku ji saloneke werzîşê li bajarêkê Bêiseta Sine derketiye, hate girtin.

Herwiha hêzên ewlehî dest danîne ser tirombêl û telefona vî qehremanê berê yê Muay Thai yê Asiyayê.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin