Sizayê darvekirina Azad Muradî li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn

Hengaw; Yekşemî 7ê Îlona 2025an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Azad Muradî li girtîgeha navendî ya Sine hate birêveçûn. Ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 7ê Îlona 2025an de, sizayê darvekirina Azad Muradî yê temen 43 salî û xelkê Qiliyava yê ser bi bajarê Bane li girtîgeha navendî ya Sine hate cîbicîkirin.
Hengaw ji rêya çavkaniyên xwe re hatiye agehdarkirin ku, Azad Muradî 5 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî denehatine belavkirin.