Birêveçûna bi dizî ve ya sizayê darvekirina pênc girtiyên Kurd yên xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya Tewrêzê

08 September 2025 13:35

Hengaw; Duşemî 8ê Îlona 2025an

Duh roja Yekşemî sizayê darvekirina herî kêm pênc welatiyên Kurd ên xelkê Urmiyê yên bi navê Keywan Mamedî, Necîb Azerm, Babek Umerzade, Hûşeng Hinare û Tofiq Nêimetî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, bi dizî ve li girtîgeha navendî ya Tewrêzê bi bê hebûna mafê hevdîtina dawî bi malbatên xwe re hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hngawê, sibêdeha Yekşemî 7ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina pênc girtiyan yên bi navên Keywan Mamedî yê xelkê gundê Derîka Salmasê, Necîb Azerm yê xelkê gundê Kelankana Tirgewera Urmiyê, Tofîg Nêimetî yê xelkê gundê Berdîzî yê ser bi Soma û Biradosta Urmiyê, Hûşeng Hinare yê xelkê gundê Xeliyan ê ser bi Soma û Biradostê, û Babek Umerzade û ew jî ji heman navçeya Urmiyê, li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate birêveçûn.

Keywan Mamadî û Necîb Azerm berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Babek Umerzade, Hûşeng Hinare û Tofîg Nêimetî çar sal berî niha di dosyeyek hevbeş de bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûn girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan. Ev sê girtiyane berê di girtîgeha Heştrûdê de girtî bûn û vê dawiyê bi mebesta birêvebirina sizayê darvekirinê bo girtîgeha navendî ya Tewrêzê hatibûn veguhastin.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin