Darvekirina şeş girtiyan li girtîgehên Dêzfol, Zahidan, Kerec û Îsfahanê

08 September 2025 14:36

Hengaw; Duşemî 8ê Îlona 2025an

Darvekirina şeş girtiyan bi navên Talib Tewekolî, Mesûd Qenberzehî, Dariyûş Behramî, Mihemed Bîkar, Tahir Resûlpûr û Muslim Salihxanî, ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgehên Dêzfol, Zahidan, girtîgeha navendî ya Kerec û Îsfahanê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Yekşemî 7ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Ereb ê bi navê Talib Tewekolî yê 37 salî û xelkê Dêzfolê li parêzgeha Xûzistanê, li girtîgeha navendî ya Dêzfolê hate birêveçûn. Ev girtî çar sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Belûç ê bi navê Mesûd Qenberzehî yê 38 salî û ji navçeya Gurbenda Zahidanê, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn. Ev girtî 10 sal berî niha bi tohmeta kuştina neh kesan hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha di heman rojê de, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Dariyûş Behramî yê xelkê gundê "Kul Badam" ê ser bi navçeya Terhana Koyeştê û bavê du zarokan, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn.

Ji aliyek dinê ve, sibêdeha roja Şemî 6ê Îlona 2015an, sizayê darvekirina girtiyekî Gîlek ê bi navê Tahir Resûlpûr yê 28 salî û xelkê Bender Enzelî û du girtiyên din ên bi navê Mihemed Bîkar yê 34 salî û ji Kaşanê, û Muslim Salihxanî yê 41 salî û ji Îsfehanê, li girtîgeha Destgird a Îsfehanê hate cîbicîkirin.

Mihemed Bîkar nêzî pênc sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin, û du girtiyên dinê jî berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van şeş girtiyane di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên girêdayî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin