Sewlava; Kiyûmers Edwayî û Mistafa Edwayî hatine girtin

09 September 2025 09:37

Hengaw; Sêşemî 9ê Îlona 2025an

Kiyûmers Edwayî û Mistefa Edwayî, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Sewlavayê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 6ê Îlona 2025, Kiyûmers Edwayî û Mistefa Edwayî, her du jî xelkê gundê "Silên" ê ser bi bajarê Sewlavayê hatine girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî êrîş kirine ser mala van du welatiyan û ew binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê raporê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyan hatinî sepandin û çarenivîsa wan ti zayariyek li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin