Raporek li ser darvekirina Rehman Elî Ekberî li girtîgha navendî ya Kirmaşanê

09 September 2025 19:20

Hengaw; Sêşemî 9ê Îlonê 2025an

Sizayê darverkirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Rehman Elî Ekberî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 3ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Rehman Elî Ekberî yê 35 salî û xelkê bajarê "Engez" ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate cîbicîkirin.

Ev girtiyê Kurd pênc sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtîyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavbkirin.

Pêka amarên ku li navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di Tebaxa 2025an de aliyê kêm 152 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin, ku 24 kes ji wan girtiyane beranberî 16 ji sedî, girtiyên Kurd bûne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin