Sayînqela; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Elî Şîrî

09 September 2025 19:48

Hengaw; Sêşemî 9ê Îlona 2025an

Elî Şîrî, welatiyê Kurd ê xelkê Sayînqelayê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û heta niha derbarê çarenivîsa wî ti zanyariyek ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Elî Şîrî, xelkê gundê "Quzlû” yê ser bi navçeya Hewşara Sayînqelayê, ji çar roj berî niha ve hatiye girtin û hî jî çarenivîsa wî nediyar e.

Li gorî çavkaniyên agehdar, Elî Şîrî roja Înê 5ê Îlona 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û mala wî jî hatiye vekolînkirin.

Lipeyketinên malbata vî welatiyê Kurd derheq agehdarbûn ji rewşa navbirî bê encam maye û saziyên hikûmetî ji dana her cure bersivekê di vê derheqê de xwe parastine.

Hêjayî gotinê ye ku, heta vê demê ji hûrgiliyên sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek serast li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin