Mêhdî Remezanî, ji werzişvanê Kurd ê xelkê Qurwê bi awayekî tundûtîjî hate girtin

10 September 2025 20:23

Hengaw; Çarşemî 10ê Îlona 2025an

Mêhdî Remezanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Qurwe û werzişvanê warê laşciwanî, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî hate lêdan û kutanê, hate girtin û heta niha çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî nîvroya roja Sêşemê 9 Îlona 2025an, Mêhdî Remezanî yê xelkê Qurwe, li meydana sereke ya vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate revandin.

Li gorî gotina şahidhalan, hêzên ewlehî bi reşandina gaza bîberî bo ser dev û çavên Mêhdî Remezanî, bi lêdan û kutanê binçav kirine û bo cihekî nediyar veguhastine.

Hêjayî gotinê ye ku, Mêhdî Remezanî çend roj berî niha bi tohmetên nexuya ji aliyê îdareya Îtilaata Qurwê ve hatibû gazîkirin û lêpirsîn pê re hatibû kirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nînin.

 

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin