Girtina sê zarokên Kurd û Belûç li bajarên Kamêran û Qesrqendê

Hengaw; Çarşemî 10ê Îlona 2025an
Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî, du zarokên Kurd ên xelkê Kamêranê, û Ebdulah Ezîzî, zarokekî Belûç ê xelkê bajarê Qesrqendê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihên nediyar hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 10ê Îlona 2025an, Ebdulah Ezîzî yê 17 salî û xelkê gundê Ezîzabad ê ser bi Qesrqendê hate girtin. Ebdulah Ezîzî li nava bazara Qesrqendê, bi lêdan û kutanê û bi bê hebûna belgeyên dadwerî hatiye girtin.
Roja Duşemî 8ê Îlonê, Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî, du zarokên 17 salî yên xelkê Kamêranê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di malên xwe yên malbatî de hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, her du piştî ku li Kamêranê hatine girtin, ji bo yek ji navendên binçavkirinê yên îdareya Îtilaatê li bajarê Sine hatine veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van zarokên Kurd û Belûç hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nîne.