Qesra Şîrîn; Arîn Rostemî pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin

11 September 2025 20:00

Hengaw; Pêncşemî 11ê Îlona 2025an

Arîn Rostemî, welatiyê Kurd ê xelkê Serpêla Zehawê yê ser bi Kirmaşanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Arîn Rostemî, welatiyê xelkê Serpêla Zehawê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a bajarê Qesra Şîrîn ve bi serokatiya Dadwer Nerîman Şefî`î, bi tohmeta "endamtî di girûpên dijberê hikûmetê de" pênc sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin. Ev sizaye roja Şemî 6ê Îlona 2025an, ji vî welatî re hatibû ragehandin.

Li gorî çavkaneke agehdar, ev ciwanê Kurd biryara dadgehê bi amadebûn wergirtiye û heta 20 rojan piştî ragihandina siza dem heye ku li Dadgeha Pêdeçûnê ya parêzgeha Kirmaşanê li dijî vê sizayê nerazîbûna xwe nîşan dide.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, dadgehê biryara xwe li dijî vî welatiyê Kurd li ser rapora Saziya Îtilaata Spahê li Qesra Şîrînê derkiriye.

Hêjayî gotinê ye ku, Arîn Rostemî, endamê yek ji partiyên Kurdistanî yên opozîsyona hikûmeta Îranê bûye û midehek berî niha vegeriyabû warê xwe.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin