Raporek li ser darvekirina Umîd Rehmanî û Kamiyar Necefzade li girtîgha navendî ya Kirmaşanê

Hengaw; Înê 12ê Îlonê 2025an
Sizayê darverkirina du girtiyên Kurd ên xelkê Kirmaşanê yên bi navên Umîd Rehmanî û Kamiyar Necefzade, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 8ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Umîd Rehmanî yê 37 salî û Kamiyar Necefzade, her du xelkê Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya vî bajarî (girtîgeha Dîzilava) hate cîbicîkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, Umîd Rehmanî sê sal berî niha û Kamiyar Necefzade çar sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van here du girtîyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.
Pêka amarên ku li navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di Tebaxa 2025an de aliyê kêm 152 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin, ku 24 kes ji wan girtiyane beranberî 16 ji sedî, girtiyên Kurd bûne.