Şîrzad Elî Remayî ji werzişvanê Kurd ê xelkê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

12 September 2025 18:36

Hengaw; Înê 12ê Îlona 2025an

Şîrzad Elî Remayî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Sine û werzişvanê warê berevanî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 11ê Îlona 2025an, Şîrzad Elî Remayî yê temen 38 salî û xelkê gundê “Nicê” ê ser bi Jawero û rûniştiyê bajarê Sine, di mala xwe de li vî bajarî hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nînin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin