Girtîgeha Urmiye; Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd careke din bi darvekirinê hate sizadan

12 September 2025 18:56

Hengaw; Înê 12ê Îlona 2025an

Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî yê Kurd ê girtî li girtîgeha navendî ya Urmiyê, careke din ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin. Sizayê darvekirina navbirî berê hatibû hilweşandin û bo taya hevşêwe li Dadgeha Şoreş a Îslamî hatibû vegerandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Nasir Bekirzade yê temen 26 salî û xelkê bajarê Urmiye ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya vî bajarî ve bi serokatiya dadwer Şahînî bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi darvekirinê hate sizadan.

Ev sizaye di heyama rojên borî de piştî gazîkirina Nasir Bekirzade bo ofîsa Birêvebirina Sizayan a girtîgeha Urmiyê bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Nasir Bekirzade, di Cotmeha 2024an de, ji aliyê Taya 3 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Necefzade bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" bi darvekirinê hatibû sizadan. Ev sizaye piştî pêdaçûnê, ji aliyê Taya 39 a Dîwana Bilind a Îranê ve bo taya hevşêwe hatibû vegerandin.

Ev tohmetbarê siyasî li rêkefta 9ê Tebaxa 2023an, ji aliyê hêzên Îtilaata Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend hefteyan bi wergirtina sozeke nivîskî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Navbirî roja 2ê Çileya 2024an careke din ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li Urmiyê hatibû girtin û piştî çend mehan lêpêçînkirin di dawiyê de bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Nasir Bekirzade di heyama girtinê de, ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî zext û givaşan hatibû û ji mafên sereke yên wekî destpêregihîştin bi parêzer û heta mafê hevdîtin bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin