Kamêran; Raporek li ser girtina pênc zarokên Kurd ji aliyê Wezareta Îtlaatê ve

Hengaw; Yekşemî 14ê Îlona 2025an
Pênc zarokên Kurd ên xelkê Kamêranê yên bi navên Peyam Husênî, Ewraz Zemanî, Bêhrûz Reşîdî, Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî, ji aliyê Wezareta Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve di heyama hefteya borî de hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 11ê Îlona 2025an, Peyam Husênî yê temen 17 salî û xelkê gundê Lon û rûniştiyê bajarê Kamêranê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve di mala malbatî ya xwe de hate girtin.
Sibêdeha roja Înê 11ê Îlonê, Îhsan Sebûrî û Kawan Sebûrî, her du jî 17 salî û xelkê gundê Gazirxanî yê ser bi bajarê Kamêranê, di malên xwe de li vî gundî hatine girtin.
Herwiha roja Duşemî 7ê Îlonê, Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî, du zarokên 17 salî û xelkê Kamêranê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di malên xwe de hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev zarokên Kurd bi tirsandin û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine binçavkirin û ji heyama girtinê ve heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.
Di vê navberê de, Ewraz Zemanî û Bêhrûz Reşîdî, piştî binçavkirinê li bajarê Kamêranê bo girtîgeheke Wezareta Îtilaatê li Sine hatine veguhastin.
Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van zarokên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.