Birêveçûna sizayê darvekirina Hafiz Qewîdest ê girtiyê Kurd li girtîgeha Lakana Reştê

15 September 2025 16:56

Hengaw; Duşemî 15ê Îlona 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hafiz Qewîdest li girtîgeha Lakana Reştê hate birêveçûn. Ev girtî berê bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 13ê Îlona 2025an, sizayê darvekirina Hafiz Qewîdest ê temen 30 salî û xelkê gundê "Talkêw" ê girêdayî bajarê Rûdbarê li girtîgeha navendî ya Reştê (Lakan) hate cîbicîkirin.

Ev girtî du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê li dosyekeke pêwendîdar bi kelûpelên bin erdê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin